Umfang 35 seiten
Ev pirtûk ya şeir û helbestan e. Hemû helbest û şeirên Emer Xeyam hatine wergerandin. Dema mirov dixwîne, tama kurdî jê tê. Mirov careke din dibîne ku Xeyam bi kurdî xweştir e.
Di vê pirtûkê de mirov dikare bi rihetî jiyan û felsefeya Xeyam bibîne. Ji bo ku kurd neçar nebin bi zimanê xelkê Xeyam bixwinin, min hewil da hemû helbest û çarînên Xeyam ji zimanê orjînal wergerînim ser zimanê kurdî zarvayê kurdmancî. Hêvîdar im ku hûnê ji dil bixwînin, ji ber bikin û bidin xwendin. Çawa ku Xeyam gotiye:
Nehêle kul û derd dora te bigire
Xem û jana pûç dema te bigire
Ji xwendin û dîtin û gerê nemîne
Berî ku ax, dev û çavên te bigire
Hinterlassen Sie eine Bewertung